image

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, li ser wefata  nivîskar û rewşenbîr Ebûbekir Caf bi peyamekê serxweşî li malbat û hevalên wî kir.

Di peyama Serok Barzanî de hat gotin, “Min bi xemgîniyeke mezin ve nûçeya koça dawî ya nivîskar û rewşenbîr Ebûbekir Caf bihîst. Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim, ruhê rehmetî bi bihişta xwe ya berîn şad bike. Ez sersaxiyê li malbata cenabê wî û heval û hogirên rehmetî Ebûbekir Caf û rewşenbîr û nivîskarên Kurdistanê dikim, ez xwe hevbeşê xemgîniya wan dizanim."

Serok Barzanî herwiha got, "Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim, ruhê rehmetî bi bihişta xwe ya berîn şad bike û sebr û aramî bide her kesî."