image

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 10ê Gulanê roja Sêşemê pêşwazî li Balyozê Rûsya yê li Iraqê Elbrus Kutrashev kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtina kuê Konsolê Rûsya li Hewlêrê Olig Levin amade bû de, rewşa siyasî ya Iraqê hatiye guftûgokirin û Serok Barzanî ronahî xistiye ser astengiyên li pêş proseya siyasî ya Iraqê û hewlên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û derbaskirina astengî û kêşeyan.

Herwiha di civînê de, guftûgo derbarê rewşa Sûriyê de jî hat kirin û Serok Barzanî nîgeraniya xwe derbarê dahatûya gelê Kurd li Sûriyê ji şanda mêvan re nîşan da.

Di beşeke din a hevdîtinê de, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Rûsya û hevahengiya di navbera her du aliyan de hatin axaftin.