image

PeyamaKurd Serok Mesûd Barzanî, bi peyamekê pîrozbahî li Serokê Parlamentoya Iraqê û herdu cîgirên wî kir û diyar kir: “Ev pêngav destpêkeke pir baş e ji bo rastkirina proseya siyasî û bingehek e jî ji bo damezrandina paşerojeke geş û seqamgîr û xurttirkirina demokrasî û hevbeşiyê di Iraqê de.”

Serok Mesûd Barzanî eşkere dike: “Hilbijartina Serokê Parlamentoya Iraqê û her du cîgirên wî pêngavekî giring bû di proseya siyasî ya Iraqê de, bi vê boneyê jî pîrozbahiyê li birêzan Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî, Hakim Zamilî û Şaxewan Ebdullah dikim.

Pîrozbahiyê li hemû endamên parlamentoyê û dengderan û hemwelatiyan dikim. Ev pêngav destpêkeke pir baş e ji bo rastkirina proseya siyasî û bingehek e jî ji bo damezrandina paşerojeke geş û seqamgîr û xurttirkirina demokrasî û hevbeşiyê di Iraqê de.”

Serok Barzanî herwiha spasiya wan aliyên siyasî dike û dibêje: “Pabendî sozên xwe bûn û bûne sedema serkeftina proseyê” û dide zanîn: “Tekez ev pêngava îro ya Parlamentoya Iraqê dibe derfetek ji bo bidestxistina yekrêzî û vekirina rûpeleke nû û derbasbûna astengiyan û jihevtênegihîştinan.”

Serok Barzanî di berdewamiyê de destnîşan dike: “Proseya hilbijartina desteya serokatiya Parlamentoya Iraqê, dibe deriyek ji bo çêbûna baweriyê di navbera pêkhateyan û bihêzbûna dewleta dezgehî.”