image

PeyamaKurd -  Serok Mesûd Barzanî ku doh 25ê Mijdarê bi vexwendineke fermî çûbû Îmaretê, bi welîehdê Abu Dabiyê û mîrê Ebûzebî şêx Mihemed bin Zayid Al Nehiyan û cîgirê sererkanê Îmaratê re hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtinê de Şîretkarê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî û endamê polîtburoya PDKê Azad Berwarî ligel Serok Barzanî beşdarî kirin.

Li gor daxuyaniya malpera fermî ya Serok Barzanî, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên navbera Îmarat û Kurdistan û Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Hat ragihandin ku Mîrê Ebûzebî kêfxweşiya xwe ji bo serdana Barzanî ya Bexdayê û başbûna pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê nîşan daye û gotiye, ew ji bo baştirkirina têkiliyên Hewlêr-Bexdayê amade ne alîkariyê bidin.