
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 22yê Çile ligel Balyozê Fransa li Iraqê Eric Chovalier û Balyozê Almanya li Iraqê Martin Jaeger û şanda ligel wan civiya.
Piştî civînê hat ragihandi ku di destpêka hevdîtinê de, balyozên her du welatan diyar kirine ku Fransa û Almanya bi hevbeşî girîngiyê didin mijarên girîng ên navdewletî, bi taybetî rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û her du welat girîngiyeke taybet didin aramî û bexteweriya Herêma Kurdistanê.
Balyozan ji Serok Barzanî re dane zanîn ku Fransa û Almanya niyet dikin navendeke hevbeş ya çandî li keleha Hewlêrê ava bikin, bi armanca pêşxistina pêwendiyên çandî, zanistî û neteweyî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanya û Fransa de.
Serok Barzanî xweşhaliya xwe bi hevahengiya hevbeş a Almanya û Fransa li hember babetên navdewletî nîşan da û ew bi babeteke girîng û bibandor zanî.
Serok Barzanî biryara Parlementoya Almanyayê ya ji bo naskirina komkujiya Şingalê weke jenosîd, bilind nirxand û ev yek weke gaveke girîng û dîrokî da zanîn û goü, ji bo pêkanîna dadperweriyê û dermankirina birîna xwişk û birayên Êzidî, welatên din ên Yekîtiya Ewropayê jî biryarên bi vî rengî bidin.
Di civînê de, rewşa siyasî ya herêmê û pêşhatên dawî yên proseya siyasî ya Iraqê hatin gotûbêjkirin û di derbarê pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de jî, şanda mêvan kêfxweşiya xwe nîşan da û ew atmosfera erênî ya di pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de wekî derfetek ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de anî ziman.
Herwiha rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê jî di hevdîtinê de hat axaftin û şanda hevbeş a Alman-Fransa dubare destnîşan kir ku ew ê piştevanî, hevkarî û hevahengiya li gel Herêma Kurdistanê berdewam bikin.