image

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi Balyozê Belçîka li Iraqê Filip Vanden Bulcke re civiya.

Hat ragihandin, di civînê rewşa siyasî ya Iraqê û astengiyên li pêş proseya siyasî û pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin guftûgokirin.

Herwiha di civînêde hat eşkerekirin, Balyozê Belçîka ji bilî amajedan bi roja Serok Barzanî di xebata gelê Kurdistanê de, spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir ji bo hevahengî û pêwendiyên dualî yên di warên cuda de.

Di berdewamiyê de hat destnîşankirin, rewşa Sûriyê û herwiha pêwîstiya asayîbûna rewşa Şingalê û vegera xelkê Şingalê li ser cih û malên xwe di civînê de hatin guftûgokirin.