image

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi peyamekê 62yemîn salvegera destbikarbûna rojnameya Xebat pîroz kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de wiha got:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêzan, sernivîskar û rojnamevan û karmendên rojnameya Xebat

Silav û rêz...

Bi helkefta bîranîna 62 saliya bi eşkere derketina rojnameya Xebat germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we dikim û hêviya serkeftin û berdewamî û pêşketinê ji bo we dixwazim.

Li tevgera neteweyî û rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê da, herdem rojnameya Xebat mînbereke resenê gihandina peyama aştîxwaziya gelê me bûye. Niha jî ev rojname li berevanîkirina destkeftên neteweyî û niştimanî da roleke xwe ya berbiçav heye û pîşeyiyane pêgirê yasa û karê rojnamevaniyê ye. Rojnameya Xebat li rêza pêş daye û herdem rastgoyane kar li ser pêşxistina asta hişyariya neteweyî û olî û pêkvejiyan û aştî û rewşenbîriyê da kiriye.

Ji bilî dûpatkirina pîrozbahî û spasiyên me yên ji bo yek bi yekê rojnamevanan û karmendên vê rojnameyê, hêviya serkeftin û xizmeta zêdetir ji bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî
04.04.2021