image

PeyamaKurd – 3 em sempozyûma “Feqiyê Teyran û Mîrasa Wî” ku ji aliyê şaredariya Wan ê de her sal têkirin destpêkir. Sempozyûm wê sê roj dewam bike û di sempozyûmê de wê li ser jiyana Feqiyê Teyran, ciyê wî di wêjeya Kurdî de û behsa girîngiya wî di wêjeya Kurdî de, bêkirin.

Şaredariya Wanê ya mezin û Zankoya Wanê bi hevkarî sempozyûmê birêve dibin û ji Tirkiyê, Îran û Iraqê û ji gelek zankoyan li dora 60 akademisyen tevli sempozyûmê dibin. Di salona konferansê ya Fakulteya Îktîsadî û Rêvebiriyê de, di sempozyûmê de parlementerê AKP ê yê Wanê Abdulahat Arvas, serşêwirmenda serokkomarê Tirkiyê Gülşen Orhan, nivîskar û akademisyen tevlî sempozyûmê bûn. Arvas di sempozyûmê de weha got:

“Ez razîme ku tevlî vê konferansê bûm. Di dewra Hz. Omer de hêrêma me bû îslam û gelek alim tê de rabûn. Feqiyê Teyran jî alimekî olî yê girîng e. Di rêya îslamiyetê de û li pey heqîqetê çûye. Divê em alimên xwe baş nas bikin û bixwînin.”

Serşêwirmendê serokkomar Gülşen Orhan jî di axaftina xwe de ragihand ku Feqiyê Teyran jiyana xwe di ilmê de derbas kiriye û helbest û qiymetên wî li ser zimanê bav û kal û diyên me jiyane.

Wê di sempozyûmê de 11 celse hebin, her dû rojên ewilî wê li zankoyê û roja dawiyê wê Miksê bêkirin.