image

PeyamaKurd – Sekreterê Civata Wezîran Dr. Amanc Rehîm, deqa biryara jimare 172 ya Civata Wezîran ya roja 20.9.2022ê bi îmzaya Serokwezîr Mesrûr Barzanî belav kir.

Li gor zanyariyan di wê biryarê de hat eşkerekirin: “Pêwîst e %75 ji derfetên kar di her proje û pîşeyekê de li herêmê ji bo hemwelatiyên Herêma Kurdistanê be û karkirina karkerên biyanî di her proje û pîşeyekê de di bazara sektora taybet de nabe ji %25’ê kesên di projeyê de kar dikin.” 

Herwiha hat destnîşankirin: “Ciwanên bêkar ên Herêma Kurdistanê ji bo peydakirina derfetên kar li Herêma Kurdistanê li pêş biyaniyan in.”