image

PeyamaKurd – Bi armanca guftûgokirina rewşa navçe û metirsiyên terorîstan de, şandeyeke Wezareta Pêşmerge îro serdana Bexdayê dike û du civînan pêk tîne.

Li gor zanyariyan, Wezareta Pêşmerge ber bi Bexdayê ve bi rê ket, herwiha Wezaretê di derbarê wê serdanê de daxuyanî da û daxuyanî wiha ye:

‘‘Îro 07.12.2021ê bi armanca cu civînên cuda yên leşkerî û îstixbaratî, şandeyekî bilind a Wezareta Pêşmerge bi serokatiya Emîndarê Giştî yê Wezaretê Ferîq Cebar Yawer Mende ve ber bi Bexdayê ve birê ket.

Biryare li gel geheştina şandeyê du civînên cuda li gel her yek di navbera îstixbarata leşkerî ya Wezareta Pêşmerge û îstixbarata berevaniya Iraqê li fermandariya operasyonên hevbeş de wê birêve biçe.

Di civîneke din de jî biryar e nav Wezareta Berevaniya Iraqê, ji bo guftûgokirina li ser rewşa niha ya navçeyê û metirsiyên terorîstan, pêngav derbarê çareserkirina pirsgirêkên navbera artêşa Iraq û hêzên Pêşmerge, ji bo li gel hev rol bibînin û têkşikandina terorîstên DAIŞê civînek di navbera emîndariya giştî ya Wezareta Pêşmerge û Emîndariya Giştî ya Berevaniya Bexdayê wê birêve biçe.

Civînên navbera Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê, berdewamiya wê heye û her du alî bi armanca tunekirina terorîstan û tijekirina wan navçeyên ku valahiya ewlehiyê lê heye, di guftûgoyê de ne, heman demê gotûbêjkirin û bi kiryar jî encamdana operasyonên hevbeş di navbera Pêşmerge û artêşê de tişta sereke ya guftûgoyan e.’’