image

PeyamaKurd - Şandeke Herêma Kurdistanê li bajarê Bolognaya yê Îtalyayê beşdarî Forûma Diyaloga di Navbera olan a G20 dibe.

Li bajarê Bolognayê ya Îtalyayê di navbera 12-14ê Îlonê de Forûma Diyaloga di Navbera Olan a G20an tê li darxistin. Di foruma ku tê de serokên welatên cihê yên cîhanê jî beşdar dibin, wê peyama Papa Francis jî were xwendin.

Nûnerê Herema Kurdistanê yê Îtayayê Rêzan Qadir di derbarê mijarê de ji Rûdawê re daye xuyakirin, ji Herêma Kurdistanê jî şandek ji bo forûmê hatiye vexwendin.

Rêzan Qadir gotiye, di forûmê de wê Wezîrê Karûbarê Ewqaf û Olî yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq jî wek axaftvan beşdarî panela bi navê "Pêkvejiyan" bibe.

Axaftina vekirinê ya panelê wê ji aliyê Serokkomarê Îtalyayê Sergio Mattarella ve were kirin.