
PeyamaKurd – Rûsyayê bi fermî ji Encûmena Asayişa Navdewletî daxwaz kir, da ku derbarê Hesekê de bicive.
Li gor zanyariyan: “Rûsyayê bi fermî daxwaz kir ku Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê Hesekê, gefa çekdarên biyanî û zindanên DAIŞiyan de civîneke taybet pêk bîne.”
Rewşa bajarê Hesekê ev çend roj in aloz e û Rûsyayê daxwaz kir ku Encûmena Asayişa Navdewletî li ser wê rewşa aloz a Hesekê civîneke taybet saz bike.
Herwiha zanyarî destnîşan dikin, Rûsyayê daxwaz kir ku di civînê de gefa çekdarên biyanî û hebûna zindanên DAIŞiyan bê gotûbêjkirin.
HSDê dyar kir, zindana Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê bi temamî hat kontrolkirin ku ew zindan ketibû ber êrişeke befireh a çekdarên DAIŞê û ev çend roj e şer û pevçûnên dijwar berdewam bûn.
Navenda Ragihandina HSDê di daxuyaniya xwe de tekez dike ku “hemû çekdarên DAIŞê xwe radest kirin” û zindan bi temamî hat kontrolkirin.