image

PeyamaKurd – Polîsê leşkerî yê Rûsyayê, artêşa Sûriyê û Hêzên Demokratîk yên Sûriyê (HSD) li ser sînor dewriyeyên hevpar digerînin. Deverên ku dewriyeyên hevpar tê de tên kirin, li ser sînorê navbera bajarê Kobaniyê û heya Cezîreyê ye. Li gor ragihandina Rûdawê; 6 helîkopterên Rûsyayê kontrola dewriyeyan dike, dewriye ji balafirgeha Qamîşlo destpêkiriye, li ser sînorê Amûdê û heya baregeha Rûsyayê ya Til Temirê dewam dike.

Dîmenên dewriyê ji bo Rûdawê hatine şandin. Gerandina dewriyeyên hevpar dikeve wexta ku Tirkiyê behsa operasyoneka berfireh ya ji bo Sûriyê kiriye.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan gotibû ku wê bi kûrahiya 30 km yan bikeve nav Sûriyê û li wê derê herêmên bi ewle ava bikin. Ji van gotinên Erdoğan hatibû fêmkirin ku Tirkiye ji bo ser Rojava, di amadekariya operasyonan de ye.

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov jî ragihandibû ku ew li gor biryara konseya ewlehiyê ya NY û li ser xwestina hukumeta Sûriyê li Sûriyê ne û nabe Tirkiyê li hemberê qewimandinên ku li Sûriyê dibin bêdeng bimîne.

Ew gotinên Lavrov wisa hatibû şirovekirin ku wê ji bo operasyonên Tirkiyê yên li Sûriyê dengê xwe neke. Hem Rûsya xwestibû ku HSD bi rejîma Sûriyê re lihev bike û mijarê di nav xwe de çareser bike. Li aliyê dinê Lavrov gotibû ku Amerîka dixwaze li rojhilatê Firatê dewletekî ava bike.