image

Rojava | Tirkiye 12 xalên çavdêriya sînor ên Amerîkayê çawa dinirxîne?

PeyamaKurd - Piştî ku Amerîkayê di çarçoveya hevpeymaniya xwe ya bi hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re de, biryar stand 12 xalên çavdêrîyê li sînorên Rojavayê Kurdistanê deyne metirsiyên Tirkiyê zêde bûn.

Biryara Pentagonê wekî bersiva Amerîkayê ya hevalbendiya Rûsya-Tirkiyê ya li Idlibê jî tê şîrovekirin ku beriya niha herdu aliyan (Rusya-Tirkiye) 12 xalên çavdêriyê li Idlibê ava kiribûn.

Biryara Amerîkayê ya danîna xalên kontrolê li demeke ku Tirkiyê dixwest êrîşî Rojhilatê Firatê bike hat dayîn ku rê li ber operasyoneke Tirkiyê digire.

Her çiqas Amerîkayê tevî hemû gefên Tirkiyê yên ser Rojhilatê Firatê û Rojavayê Kurdistanê, ev biryar wergirtiye jî di şîrove û nirxandinên stratejîk ên derbarê siyaseta Tirkiyê de, nirxandinên ku dê Tirkiye dev ji armancên xwe yên ketina nav erda Rojavayê Kurdistanê bernede têne kirin.

Amîralekî tirk bi navê Soner Polat ji medya tirk re ragihanrdiye, “Gelek peyam di biryara Amerîkayê ya danîna xalên çavdêriyê de hene. Armanca Amerîkayê xwedîderketina li YPGê ye. Biryara Amerîkayê bersiva danîna 12 xalên kontrolê yên li Idlibê ye. Ev gava dawî ya Amerîkayê gefeke eşkere ye li dijî Tirkiyê.”

HULUSÎ AKAR: WÊ TIRKIYE HEMÛ TEDBÎRAN BISTÎNE

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar jî îro 24ê Mijdarê di gotareke xwe de daxuyakirin ku wan nerazîbûna xwe ya bo xalên çavdêriyê yên Amerîka dixwaze li Bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) ava bike, gihandiye muxatabên xwe û got, dê Artêşa Tirkiyê li derveyî sînorê xwe li dijî her cure gefan tedbîrên xwe bistîne.