image

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku di çapemeniya Tirkiyeyê de hatin ragihandin, beriya ku operasyona bejahî ya Tirkiyeyê li dijî Rojava dest pê bike, Rusyayê yekîneyên xwe yên leşkerî şandine Kobaniyê.

Di nuçeyên ku wekî îdia hatin pêşkêşkirin de hat diyarkirin ku Rusyayê gelek hêzên piştgir şandine xalên nêzîkî sînorê Tirkiye û Suriyeyê û bi berdewamî hat îdiakirin ku Rusyaya ku li derdora Tel Rifatê tahkîm dikir, yekîneyên xwe şandine taxên derveyî Kobaniyê.

Piştî ku ji aliyê Tirkiyeyê ve li dijî hin herêmên Rojava operasyonên asîmanî yên bi navê Pençe-Kiliç hatin destpêkirin, ji aliyê Amerîka û Rusyayê ve hişyarî li rayedarên Tirkiyeyê hatibû kirin ku xwe ji kirina operasyonên bejahî dûr bigirin.

Duh jî ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ve daxuyaniyek hat dayîn û hat diyarkirin ku ew ê di kirina operasyona bejahî de ji ser biryara xwe neyên xwarê û bang li hêzên navdewletî jî kir ku bi bangên xwe hewil nedin wan rawestînin.