image

PeyamaKurd – Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, hêzên Amerîkayê yekem car operasyoneke daketina esmanî kirin.

Di operasyona ku li devereke di destê rêjîma Sûriyê de, li gundewarê Qamişlo hat kirin de, kesek hat kuştin.

Li gorî ragihandina SOHRê, derengiya şeva borî, Hêzên Amerîkî operasyoneke daketina esmanî li gundê Milûk Seray ku 17 kîlometreyan li başûrê Qamişlo ye encam dan.

Hat diyarkirin ku di operasyonê de kesek hatiyee kuştin û malbata kesê hatiye kuştin jî digel malbatek din û serkirdeyê baregeha Ensar, ku hêzeke leşkerî ye hatine desteserkirin.

SOHRê daye zanîn, di dema birêveçûna operasyona îro 04:00ê beyaniyê de leşkerên Amerîkî daxwaz ji xelkê gund kirine ku ji malên xwe dernekevin.