image

PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser nûçeyên ku dibêjin, "Niyeta HSDê heye 700 DAIŞiyên girtî berde'' daxuyaniyek belav kir û got, lîsteyên navan ku hin dezgehên medyayî weşandine ne rast in.

HSDê got: "Dezgehên ragihandinê nûçeyên ne rast têkildarî niyeta Hêzên Sûriya Demoratîk a serbestberdana zêdetirî 700ê çeteyên DAIŞî û kesên bi rêxistinên terorîst re didin û dîstînin yên di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de belav kirin. Wan dezgehan li gel nûçeyên derew lîsteya navan ku îdia dikin yên DAIŞiyên girtî ne belav kirin. Em teqez  dikin ku ew nûçe derew e û lîsteya navan jî ne rast in, tu aliyên fermî yên têkildar ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tiştekî bi vî rengî nedaye.”

HSDê di berdewamê de diyar kir, “Hêzên Sûriya Demokratîk careke din bang li civata navneteweyî dike ku dadgeheke navneteweyî taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo darizandina endamên DAIŞê ava bike û ji bo qurbaniyan edaletê pêk bîne. Herwiha bang li hemû dewletên ku welatiyên wê di girtîgehên Rêveberiya Xweser de hene hevkar bin û bi cidiyet nêzî vê dosyayê bibin.”

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşan kirin, “HSD  girîngiya xeteriya vê dosyayê destnîşan dike ku bûye girîngtirîn dosyayên propagendaya rêxistina DAIŞê ya di biçekirina zêdetirî terorîstan û pêkanîna kiryarên terorîst de ku ji bo ewlehî û aştiya herêmî û cîhanî xeter e."