image

PeyamaKurd – HSDê têkildarî êrîşa balafirên şer ên Tirkiyê li dijî Kampa Holê daxuyaniyek belav kir û got, di bombebarana Tirkiyê li ser Kampa Holê de 8 şervanên ku ewlehiya kampê diparastin, can dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniya xwe de amaje bi êrîşên Tirkiyê dike û dibêje, dronên Tirkiyê roja 23ê Mijdarê Kampa Holê û Zindana Çerkîn a Qamişlo ku malbatên DAIŞê û çekdarên wê rêxistinê lê ne kirine armanc û li dijî hêzên ku ewlehiya wan her du cihan diparastin, êrîş pêk anîne.

Herwiha hat diyarkirin, di encama van êrîşan de “8 şervanên me yên hêzên parastina kampê” can dane.

HSDê eşkere kir, ev êrîş bi plan û zanebûn çêbûn û tekez dike, armanca dewleta Tirkiyê ew bû ku çekdarên DAIŞê û malbatên wan ji kampê bên revandin û dîsa DAIŞê zindî bike.

HSD êrîşên Tirkiyê bo ser Kampa Holê û Zindana Çerkînê weke “xetereke mezin bo cîhanê û herêmê” bi nav dike û dibêje: “Ev plan ji bo herêmên me û giştî cîhanê xeteriyeke pir mezin bide pêş. Li hember van êrîşan dewletên navneteweyî bêdeng in, eger ku ev xeterî hîn mezintir bibe, berpisyarê wê, wê bêdengiya van dewletan be.”