image

PeyamaKurd Li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê, jineke 30 salî, di mala xwe de kuştî hat dîtin.

Li navçeya Eyubiye ya Rihayê, dema cîranên wê ji mala Nesibe Alasa 30 salî dengê teqeyan bihîstin, polîs û tîmên tendirustiyê ji bûyerê agahdar kirin.

Li gor encama lêkolîna tîmên tendirustiyê, gule li patiyê Nesibe Alas dane û ew kuştine.

Piştî, dozger li cihê bûyerê lêkolînên xwe temam kirin, meytê Nesibe Alas, ji bo karên otopsiyê şandin Saziya Bijîşkiya Edlî ya Rihayên.

Herwiha hat zanîn hevjînê Nesibe Alas jî berî 5 salan hatiye kuştin. Polîs li ser wê egerê radiweste, ku Nesibe Alas a dayîka 5 zarokan ji ber şerê mîrata di nav malbatê de hatibe kuştin.