
PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, ji bo parastina zarokan reşnivîsek amade kir.
Li gor hat zanîn, Komîteya Yasayî ya Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser reşnivîsek ji 84 madeyan amade kiriye û di wan her 84 maddeyan de mafên zarokan di xwendin, perwerde û rewşenbîriyê de hatiye qalkirin.
Ev reşnivîs piştî ku Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser amadekariyê ji bo pesendkirina yasaya parastina zarokan dike hat.
Hat zanîn, reşnivîsa parastina zarokan li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê bi vî awayî ye ku reşnivîsa parastina zarokan ji 84 maddeyên yasayî pêk tê. Yên sereke û girîng ev in:
- Qedexekirina biçekkirina zarokan.
- Qedexekirina diyardeya karkirina zarokan.
- Parastina zarokan ji destdirêjiya sêksî.
- Vekirina navendên pîşeyî ji bo fêrkirina zarokan bi awayekî modern û hevçerx.
- Bicîhkirina zarokan li dibistanan, wate divê zarok berî her tiştî bixwînin.
- Niha li seranserê Sûriyê li gor UNICEFê zêdeyî 2.500.000 Zarok naxwînin, wate ji ber rewşa civakî û aborî û destengiyê li derveyî dibistanan dimînin û piraniya wan jî kar dikin daku debara malbatên xwe bikin.
- Li Bakurê Rojhilatê Sûriyê jî %17ê zarokan naxwînin, wate li derveyî dibistanê ne û kar dikin.
- Li kampên bakurê rojhilatê Sûriyê wate kampên Rêveberiya Xweser rewşa zarokan bi vî awayî ye:
- 22.000 zarok li Kampa Holê dimînin, piraniya wan jî yên DAIŞê ne.
- 1.200 zarok li Kampa Roj dimînin, piraniya wan jî yên DAIŞê ne.
- 1.500 zarok li Kampa Newroz dimînin, piraniya wan jî yên DAIŞê ne.
- 3.720 zarok li Kampa Waşokanî li bajarokê Tuweyne ya Heseke dimînin, û hemû jî koçberên Serê kaniyê ne û li nav kampê dixwînin.
- 3.200 zarok li Kampa Serê Kaniyê ne li bajarê Heseke ne, hemû jî koçberên Serê Kaniyê ne û li nav kampê dixwînin.