image

PeyamaKurd - Hevserokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Zêdan El-Asî li ser êrîşa terorîstên DAIŞê li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê got, êrîş gelek mezin û xeter in, destên welatên cîran di wan êrîşan de heye.

Zêdan El-Asî ji medyaya Rojavayê Kurdistanê re behsa êrîş û serhildana terorîstên DAIŞê kir û got: "Êrîşên dawî yên li dijî girtîgeha Sînaa ku girtiyên çeteyên DAIŞê lê ne, ji dema têkbirin û binketina wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ev mezintirîn û xetertir in. Ev êrişa mezin û rêxistinkirî nîşan dide ku hin alî hene piştgiriya DAIŞê dikin û di vê demê de bi taybet ji wan re hêsan dike."

El-Asî daye xuyakirin: "Ji derve û hundir ve piştgiriya van komên terorîst tê kirin da ku ev êrîş were rêxistinkirin, heger ne ji vê piştgiriyê bûya şaneyan nedikarî êrîş bikira. Di demên dawî de êrîşên ji aliyê dewleta Tirkiyê û komên çekdar ê ser bi Tirkiyê ve zêde bûne û hemwextî hêzên hikumetê jî li hundir tev digerin, da ku ewlehiya herêmên Rêveberiya Xweser têk bibin."

Zêdan El-Asî herwiha, bang li civaka navdewletî kir ku bi berpirsyariya xwe rabe û piştgiriya Rêveberiya Xweser û hêzên wê bike da ku ev rêxistina terorîst bi dawî bibe.