image

PeyamaKurd – Li Binxetê li bajarê Efrînê, hêzên rejîmê îro li gundê Basûfanê êrîşê SMO ya ku bi desteka Tirkiyê li wê derêye, bi fuzeyê li wan xistiye û di encama êrîşê de 9 kes mirine û 2 kes birîndar bûne. Hêzên rejîma Sûriyê û grûbên bi desteka Îranê, di wexta guhertina nobeta Feylequl Şam de alavekî leşkerî xistine hedefa xwe û bi fuzeya ku ber bi germê diçe, lê xistine.

Berdevkê medyayê yê Feylequl Şamê Seyf Raad ji bo AA yê ragihandiye ku rejîm bi fuzeya germê ve xwe dikşîne li wan xistiye. Raad gotiye ku 9 kesên SMO yê hatine kuştin û 2 ji wan birîndar bûne.

Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê SOHR jî di nûçeya di derbarê bûyerê de weha got:

“9 endamên Feklequl Şam hatin kuştin. Rejîm bi fuzeya xwe bi germê ve dide, lê xistine.”