image

PeyamaKurd Rejîma Îranê komek kolber da ber guleyan û di encamê de kolberekî can da, kolberek jî birîndar bû.

Li gor zanyariyan, do êvarî li herêma sînorî ya bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, çekdarên Îranê gule li komek kolberan reşandin.

Di encama vê gulebaranê de, kolberê bi navê Mêhran Rehmanî (24) ku 2 sal bû zewicî bû, can da û kolberek din ê bi navê Îbrahîm Rehmanî (45) jî birîndar bû.

Her du kolber xelkê gundê Menîclan a Bane ne.

Herwiha çekdarên Îranê di dema ku tu barê wan tûneye gule li wan barandiye.