image

PeyamaKurd - Rejîma Beas a Iraqê ya bi seroktiya Sedam Hisên, dema şerê navbera Iraq û Îranê 33 sal berê 28ê Hezîranê li wargeha Serdeşt a Bajarê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê û gundên derdora wê kîmyabaran kir û 110 kurd hatin komkuj kirin.

Balafirên şer ên rejîma Beas a Iraqê 28ê Hezîrana 1987an Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê 7 caran kîmyabaran kirin û di encamê de, 110 welatiyên Kurd hatin qetilkirin û zêdetirî 8 hezar kes jî birîndar bûn.

Ji 22yê Îlona 1980yî heta 8ê Nîsana 1987an rejima Beas bi kêmî 196 caran çekên kîmyayî li Rojhilatê Kurdistanê bikaranîn ku yek ji wan cihan jî bajarê Serdeştê bû û bi gazên kimyayî yên tabon, Sarîn û Suman hate bombebarankirin.

Bombebarana Serdeşt di dema şerê Iraq û Îranê de pêk hatiye û rejîma Beas bi hinceta bombebarankirina hêzên Îranê navenda bajarê Serdeştê bombebaran kir ku xelkê bajarê Serdeştê bi xwe li dijî rejîma Îranê di nava têkoşînê de bû.

Li gorî amarên fermî ji bilî 110 kesên dema êrîşan can dane, ji 12 hezar niştecihên bajarê Serdeştê 8 hezar û 25 kes birîndar bûn ku ji ber tedawiya pêwîst nehatiye kirin ji wan jî 130 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Tevî ku 33 sal bi ser kîmyabarana rejîma Beasê de derbas bûye jî hê bandora çekên kîmyayî li ser xelk û jîngeha bajarê Serdeştê berdewam e û hîn şopên birînên wê komkujiyê nehatine cebirandin.