image

PeyamaKurd – Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, îro ji bo vekirina çend projeyan serdana parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê dike.

Li gor hat zanîn, di serdanê de cîgirên wî û hejmarek wezîrên hikûmetê jî amade dibin û wê serdana bajar û qezayên cuda yên wê parêzgehê bikin.

Medyaya fermî ya Îranê diyar kiriye, çendîn proje hene ku Îbrahîm Reîsî di wê serdana xwe de veke. Yek ji projeyên mezin ên Umriyê, rêya trênê ye ku ew demek e rastî astengî û pirsgirêkan hatiye. Hikûmeta Reîsî dibêje, di wê serdanê de wê ew astengî nemînin û ew proje wê temam bibe.

Parêzgarê Urmiyê Mihemed Sadiq Muitemidiyan destnîşan kiriye, wê di wê serdana Serokkomarê Îranê de ji projeyên di warên rê, av, perwerde û tendirustiyê de butçe bê terxankirin.

Herwiha temamkirina bendava Kanî Sêw a li qezaya Pîranşarê li başûrê rojavayê parêzgehê jî dîsan ketiye di rojevê de.