image

PeyamaKurd - Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê civîna xwe ya asayî li dar xist.

Hat ragihandin, ENKSê di civîna xwe ya asayî de li ser çend mijarên girêdayî rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê tê de derbas dibe gotûbêj kir .

Di civînê de rêkeftin li ser karnameya civînê hate kirin û rewşa Sûriyê bi giştî û bi taybetî gefên Tirkiyê yên li ser navçeyên Rojhlatê çemê Firatê  û dilgiraniya gelê Kurd derbarê gefên Tirkiyê de hatine gotûbêjkirin.

Di civîna ENKSê de behsa karê rêxistinî yê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê û çawaniya aktîvkirina karê ofîsên ENKSê di belavkirina rihê pêkevejiyana navbera tevahiya pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê de hate kirin.