image

PeyamaKurd-Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê, li Zanîngeha Mûnzûrê, polîsan 5 xwendekarên zanîngehê desteser kirin. Hat ragihandin ku xwendekar, ji ber protestokirina Weqifa TUGVAyê û derketina aloziyan hatine desteserkirin.

Li Zanîngeha Dêrsimê, ji duh ve ye di nav xwendekaran de aloziyên li ser protestokirina Weqifa Ciwanan a Tirkiyeyê (TUGVA)yê hene û îro jî li ser berdewamiya van aloziyan, 5 xwendekar hatin desteserkirin. Hat ragihandin ku rêxistinên xwendekaran ên Dêrsimê, ji bo 27ê Gulana 2022yan, li zanîngehê belavokeke hevbeş belav kirine. Lê di dema belavkirinê de li xwaringeha zanîngehê, di navbera du koman de alozî derketiye. Hat zanîn ku li ser vê aloziyê polîsan koma ku protesto kiribû, dorpêç kiriye û destûr nedane ku xwendekar govendê bigirin lewra vê tevgerê wekî çalakiyê bi nav kirine. Li gorî agahiyên dawîn, li ser vê mijarê destwerdana polîsan çêbûye û 5 xwendekar hatine desteserkirin.