image

PeyamaKurd – Şêwirmendê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Arif Ruşdî di K24 ê de axifî û got ku PKK li hemberê dijminên Kurdistanê başe, tenê li hemberê Herêma Kurdistanê xerab e. Ruşdî di dewama axaftina xwe de got ku kengê partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê xwe nêzî hev dikin, wê wextê PKK dest bi kirina gengeşeyan û afirandina bêhûzûriyê dike.

Arif Ruşdî, li ser îhlalên PKK ê yên li ser Herêma Kurdistanê û êrîşên PKK ê agahiyan da û got ku kengê partiyên Kurdistanê xwe nêzî hev dikin, PKK dest bi gengeşeyan dike.