image

PeyamaKurd – Di rûniştina doza kuştina parlamenterê DEPê Mihemed Sîncar de ku 29 sal bi ser de derbas bûne, dadgeha Diyarbekirê rûniştina bê ya dozê bo 24ê Kanûna 2022yan bipaş xist.

8emîn rûniştina doza kuştina Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) Mehmet Sincar ku 29 sal berê li bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê dema serdana lêkolîna kuştinên wê demê dikir hatibû kuştin, îro 27ê Hezîranê li 6emîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê birêve çû.

Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren, Cîgira Serokê Koma HDPê Meral Daniş Beştaş û hevjîna Mehmet Sincar Cîhan Sincar û hejmarek kesên din, di rûniştina dozê de amadehî kirin.

Dadgehê bêyî ku kujeran ceza bike û lêpirsînê berfirehtir bike, careke din rûniştin ji bo 24ê Kanûna 2022an paş xist.

Hêjayî bibîrxistinê ye, hefteya borî jî doza kuştina rewşenbîr û nivîskarê Kurd Mûsa Anter nêzîkî 30 salên demboriya dozê bi ser de derbas bibin dîsa hatibû paşxistin û kujer nehatibûn cezakirin.

Heta niha gelek dozên kuştinên salên 1990î ku bi hezaran Kurd ji aliyê hêzên dewleta kûr ve hatibûn kuştin, bêyî cezakirina kujeran mohleta 30 salan bi ser wan de derbas bûye û ew doz ketine.