image

PeyamaKurd - Pêşmergeyekî din ê di êrîşa terorîstên DAIŞê ya li gundê Kulaco birîndar bûbû, li nexweşxaneyê şehîd bû û hejmar Pêşmergeyên di wê êrîşê de şehîd bûne gihîşt 6an.

Efserê ji Lîwaya 5 a Pêşmerge Muqedem Merîwan Azad ragihand ku Pêşmergeyê bi navê Omer Tewfîq ê şeva 27ê Mijdarê di êrîşa DAIŞê ya li Kulaco de birîndar bûye, ji ber giraniya birînên xwe şehîd bûye.

Di êrîşa şeva 27ê Mijdarê ya terorîstên DAIŞê ku li sînorê gundê Kulaco yê devera Germiyan a Silêmaniyê pêk hatibû, destpêkê 5 Pêşmerge şehîd bûbûn û 4 Pêşmergeyên din jî birîndar bûbûn. Hejmara Pêşmergeyên şehîd bûne gihîşt 6an.