image

PeyamaKurd – Pêşmerge û artêşa Iraqê li derdora navça Kifrî ya bi ser Silêmaniyê, navça Palkane ya Kerkûkê, der û dora Wadiya Garayê û gundên wê li ser sitendina agahiyan ku li wan deveran IŞİD di nav tevgerê de ye, bi artêşa Iraqê re operasyonên hevpar kir. Gelek jîngehên ku IŞİD ji xwe re ava kiribûn ji nav birin. Ragihandin ji aliyê fermandarê tûxaya 17 em tûxgeneral Dilêr Mehmûd de ji bo Rûdawê hat kirin.

Mehmûd ragihand ku wan xeberê sitendine ku IŞİD di amadekariya êrîşan de ye, lewra dest bi operasyonan kirine û weha dewam kir:

“Di encama operasyonan de lêgerîn hat kirin û em ketin nav jîngehên ku IŞİD ê ji xwe ava kirine an amade kirine. Operasyon dewam dike.”

Bi tûxaya 17 em re, hêzên asayîşa Germiyanê, Yekîneyên Qaratepe-Hemrînê, tumena artêşa Iraqê ya 144 em û yekîneyên mudaxeleya lezgîn ya 3 yem hene. Cîgirê fermandarê eniya Qaratepe-Hemrînê Mihemed Siyasî li ser mijarê weha got:

“Ev operasyon di encama xeberên ku bi destê me ketine tên kirin. Berya terorîst êrîşê bikin divê bên dîtin û ji ortê rabin. Hedefa me ew e.”