image

PeyamaKurd – Li bajarên Şino û Tehranê pênc welatiyên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Hêzên Ewlekariyê yên Îranê ve hatin desteserkirin.

Li gor zanyariyan, do Îdareya Îtlaatê ya bajarê Şino ser bi parêzgeha Urmiyê, bang çar welatiyên bi navên Yaqub Mehmûdî Azer, Îbrahîm Ezîzî, Behmen Mehmûdî Azer û Muhsîn Ezîzî kiriye û pişt re ew desteser kirine, lê qala tu sedemekê ji bo desteserkirina wan çar kesan nehatiye kirin û nayê zanîn jî li ku ne.

Rêxistina Hengaw a Mafên Mirova bi raporekê diyar kir, hêzên Îtlaata Supaya Pasdaran roja Duşembê çalakvanê siyasî û xelkê Îlamê Ehmedreza Xaîrî li bajarê Tehranê desteser kirine. Lê sedema desteserkirina Ehmed Reza Xaîrî ne zelal e.

Herwiha Hêzên Îtlaata Supaya Pasdaran serê sibeha roja Duşemê girtine ser mala Ehmedreza Xaîrî, li nav malê pişkinîn kirine û ew desteser kirine û birine Zîndana Êvîn a Tehranê. Navborî berê jî hatiye girtin û cezayê şeş meh zîndanîkirin li ser hatiye ferzkirin.