image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Parlamenterê endamê Partiya Sosyal Demokrat a Karkeran Mesûd Qerexanî di hilbijartinên doh 25ê Mijdarê de wek Serokê Parlamentoya Norwecê hat hilbijartin.

Mesûd Qerexanî (39 salî) sala 1982yan li Tehranê ji dayik bûye û ji sala 1987an ve wekî penaber digel malbata xwe derbarî welatê Norwêcê bûye.

Mesûd Qerexanî ku bi tevahiya dengên endamên parlamentoyê, wek Serokê Parlamentoya Norwecê hat hilbijartin. Mesûd Qerexanî piştî hilbijartina bo seroktiya parlementoya Norwecê daye xuyakirin, “Pesna demokrasiya Norwecê didim ku rê daye kesekî penaber bibe Serokê Parlamentoyê.”

Parlamentarê Partiya Sosyal Demokrat a Karkeran Mesûd Qerexanî bi vê posta xwe ya nû re kete cihê Serokê berê yê Parlamentoya Norwecê Christian Hansen.

Siyasetmedarê Kurd dibêje, “Min li gel dayik û bavê xwe piştî şoreşeke neserketî û şer, Îran bicî hişt. Piştî geşteke dûr û dirêj bêyî ku ti pere di berîka wan de hebe, xwe gihandin Norwecê.”

Mesûd Qerexanî daye zanîn, dayik û bavê wî destpêkê bi komkirina tûfiringiyan (çîlek) karê cotkariyê kirine, lê niha dayika wî ezmûneke 25 salî ya mamostetiyê heye û bavê wî jî berpirsekî şaredariyê ye.

Li Norwecê, Serokê Parlamentoyê piştî şahê welat, duyem desthilatdarê welat e. Serokê berê yê Parlamentoya Norwecê Christian Hansen berî niha ji ber gumana “bikaranîna avahiyeke parlamentoyê bi awayekî neyasayî” ketibû jêr zexteke zêde ya raya giştî û her bi wê sedemê berî çend rojan dest ji kar berdabû.

Serokê nû yê Parlamentoya Norwecê Mesûd Qerexanî destnîşan dike, ew dê wek Serokê Parlamentoyê li gel hemû parlamenteran û hikûmetê kar bike da ku baweriya giştî ya xelkê bo desthilatê zêdetir bike û dibêje; karekî zehmet e, lê pêwîst e em bikin ji bo ku demokrasiya Norwecê berdewam be.