image

PeyamaKurd - Parlamentarê PDKê ji Parlamentoya Iraqê xwest ku dînar bi Kurdî jî were çapkirin.

Di rûniştina civîna Parlamentoya Iraqê de ku li ser mijarên Banka Navendî û Dînarê Iraqê kom bû, endamê PDKê li Parlamena Iraqê Muhammed Şakir, daxwaz kir ku dînarên Iraqê ligel Erebî bi Kurdî jî werin çapkirin.

Şakir got, “Li gor destûra Iraqê pêwîste li ser dînaran tevî Erebî, Kurdî jî were nivîsandin. Em vê ji bo cîbicîkirina destûrê daxwazin.”

Parlamentarê PDKê herwiha diyar kir ku li gor destûra Iraqê pêwîste li Parlamentoya Iraqê tercumanên bo wergera Kurdî – Erebî jî hebin.