image

PeyamaKurd – Navenda Hevkariyê ya Kurdistana Îranê ku ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê pêk tê, ji bo sibe roja Şemiyê li bajarên Rojhilat û seranserê Îranê banga mangirtina giştî kir.

Li banga Navenda Hevkariyê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (HDK-PDKÎ) jî daxuyaniyek belav kir û piştevanî da daxwaza Navenda Hevkarîyê ku ji bo 1ê Cotmeha  2022yan hatiye ragihandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Serhildana mezin û seranserî ya jin û mêrên azadîxwaz û tev xelkê Îranê ku bi navê Mehsa Emînî dest pê kir û heta niha jî berdewam e, ne hemû cîhan neçar kir ku guh ji wan hawaran bigirin herwiha serkirdeyên Komara Îslamî jî tirsand.

HDKê êrîşa pasdarên Îranê ya ser binkeyên wan li Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir û got: “Dengê şoreşa xelkê bi qasekî bilind e ku, êrîşên Spaha Pasdaran li ser binke û cihê rûniştina partiyên Kurdistana Îranê li Herêma Kurdistana Îraqê li pey xwe anî ku mixabin komek ji mirovên bêtawan bûne armanc, ev ne tenê nîşana bêçarebûn û destşikestîbûna ew taqima cinayetkar ya ku bi ser Îranê de zal nîne, herwiha siyaseta kevn û çewte ku bo afirandina alozî û fitnê di navbera neteweyên cuda yên Îranê de.”

Li ser biryara Navenda Hevkarîya partiyên Kurdistana Îranê jî HDKê piştevaniya xwe eşkere kir û ragihand, “Daxwaz ji hemû xelkê azadîxwaz yên Îranê dikin ku di vê qonaxa hestiyar de ji bo avakirina demokrasî û azadîyê di paşerojeke ne dûr de û nemana vê rejîma kevneperest bihevre û yekgirtî bin.”