image

PeyamaKurd – Şaredariya Amedê di 6 zimanan de kursên perwerdê vekir. Wan zimanan zimanê Kurdî, Osmanî, Farisî, Erebî, zaravayê Zazakî û Suryanî ne. Li gor ragihandina şaredariyê heya niha 650 kes bo kursên ziman tevlî bûne.

Parêzgerê Amedê û hem wekîlê şaredarê şaredariya mezin Munir Karaloğlu seredana ciyê kursê yê Medresa Mesûdiye kir û bi kursiyeran re sohbetê kir.

Karaloğlu got ku li seranserê welat li dora 10 ziman hene lê zimanê fermî bi Tirkiye. Lê pêşdebirina zimanên dinan jî wezîfa wan e. Karaloğlu ragihand ku li Tirkiyê piştî zimanê Tirkî, li Amedê zimanê Kurmancî û di pey de zaravayê Zazakî tê xeberdan û weha dewam kir:

“ Kurmancî û zazakî di nav de, me di 6 zimanan de kurs vekir. Ev 18 sale Tirkiyê di mijara zimanê dê de biryarên baş daye. Di dibistanan de dersên bijarte danîne, di radyo û televizyonên dewletê de ziman û lehçeyên cuda hene. Dikarin di wan zimanan de siyasetê bikin. Di zankoyan de lîsans, lîsansa bilind û dortora tên kirin. Lê car din bo siyasetê tên bikaranîn. Divê em xwe ji van nexweşînan rizgar bikin.”

Parêzger piştî van û hinek axaftinên din, bi Kurdî got; ‘Newroza we pîroz be’ û ji medresê xatir xwest û derket.