image

PeyamaKurd – Li bajarê Çewlikê li navça Solaxanê otomobîla ji kontrola ajotvan derket qeza kir û di encamê de 4 kes mirin û 2 kes birîndar bûn. Muhammed Zorba ajotvaniya otomobîlê dikir û piştî xelk dît ku qeza çêbû xeberê dan tîmên tenduristiyê û cendirmeyan. Hat fêmkirin ku di qezayê de Muhammed Zorba, Bildane Zorba û Bilten Çeliker li ciyê qezayê mirine.

Birîndar Aliyar Zorba, Şeyda Zorba û Özgür Gültekin şandin nexweşxaneyên din ji bo dermankirinê. Aliyar Zorba li nexweşxana dewletê ya Çewlikê wefat kir. Ji birîndaran Şeyda Zorba li Diyarbekirê û Özgür Gültekin jî li nexweşxana Xarpêtê tedawî dibin.