.jpg)
PeyamaKurd – Nûnerê serokê Kurdistanê yê Mesûd Barzanî, Felah Hesen tevlî kongra partiya Ketayîb ya Lubnanê bû û ji aliyê serokkomarê berê yê Lubnanê de hat pêşwazîkirin. Felah Hesen peyama Mesûd Barzanî ya biratî û dostaniyê da serokê partiya Ketayîb Samî El Cumeyîl. Partî kongra xwe ya 32 em dike.
Serokê Partiya Ketayîb Cumeyil jî ji bo kongra xwe, bi, sedema serok Barzanî nûnerê xwe yê taybet şandiye rêz û şukranên xwe ji serok Barzanî re şand. Cumeyîl dostaniya milletê Kurd girîng û xwurt bi nav kir û got ku serokê nemir Barzanî û malbata wî têkoşîna ku ji bo milletê Kurd dide, bi qiymet û xwedî rêze. Emin El Cumeyil ji bo nûnerê serok Barzanî weha got:
“Dostaniya me û malbata me ya ji bo xelkê Kurd diçe dewra serokê nemir Mele Mistefa Barzanî. Bavê min ku damezrênerê Partiya Ketayîb bû, bavê min Pierre El Cumeyilbi serok Barzanî re dostaniyekî wî yê xwurt hebû.
Desteka me her wext ji bo xelkê Kurd heye, Xebatên hukumeta Herêma Kurdistanê û xebatên serok Barzanî yên ji bo geşepêdana Herêma Kurdistanê bi qiymetin û di Rojhilata Navîn de gihaye astekî xwuyane.”