image

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku sibe 1ê Kanûnê Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkyayê, Mikhail Bogdanov serdana Herêma Kurdistanê dike.

Mikhail Bogdanov ku di heman demê de, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê ye, di serdana xwe de dê bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.

Hat zanîn ku wê Mikhail Bogdanov bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re bicive.

Pêwendiyên Hewlêr û Moskowê û pêşvebirina pêwendiyên di warê aborî û bazirganiyê de, beşek ji guftûgoyên civîna Bogdanov û berpirsên Herêma Kurdistanê dibin.

Herwiha pirsên enerjiyê û projeyên kompanyayên Rûsyayên yên wek Rosneft û Gazprom ku kar li Herêma Kurdistanê dikin jî dê mijarên guftûgoyan bin.