image

PeyamaKurd - Nivîskar û kesayetê naskirî yê Kurdên Êzidî Pîr Xidir Îro serokê berê yê navenda rewşenbîrîya Lalişê bû, Pîr Xidir Silêman îro Duşemê di 69 saliya xwe de ji ber nexweşiyê koça dawî kir.

Pîr Xidir Silêman di sala 1952an de li Şêxanê ji dayik bûye û xwedî bawernameya zimanê kurdî ye û nivîskar û kesayetekî kulturî û komelayetî  ye.

Pîr Xidir di heman demê de kesekî şareza bû di warê baweriya êzidayetiyê û li herêmê roleke wî ya baş hebû di warê nasandina ayîna êzidayetiyê. 

Pîr Xidir Silêman di sala 1970an de xwendina amadehî li Şêxanê temam kiriye û di sala 1974an heta 1975an weke wergêr karmendê Radyoya Dengê Kurdistanê bûye û di sala 1977an de bûye mamostayê zimanî kurdî li sînorê Şêxanê.

Ew di sala 1979an de bûye endamê yekîtîya nivîskarên kurd û di sala 1991an heta sala 1997an serokatiya yekîtiya nivîskarên kurd a liqa Duhokê kiriye.

Sala 1992an bûye serokê navenda rewşenbîrî ya Lalişê û heta sala 1997an serokê wê nevendê bûye û piştre li ser pişa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bûye parlementerê parlementoya Kurdistanê. Çend kitêbên Pîr Xidir Silêman di warê êzidayetiyê de çap û belav bûne.