image

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û nûnera taybet ya sekreterê giştî ya Neteweyên Yekgirtî Jeanine Hennis Plasschaert, bi hevre civînekî lidarxistin. Her dû teref li ser girîngiya çareseriya pirsgirêkên navbera Hewlêrê û Bexdayê axifîn.

Di hevdîtinê de her weha behsa pêşdeçûnên siyasî yên li Iraqê yên weka hilbijartinên serokatiya parlementoyê û damezrandina hukumeta nû ya Iraqê kirin. Parastina aramiya siyasî, çareserikirina pirsgirêkan bi nermî, di navbera terefên siyasî de mijarên wan bûn.

Her weha her dû alî ragihandin ku divê hukumeta nû ya Bexdayê xizmeta welat bike û pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de, di çarçoveya destûra Iraqê de bên helkirin. Di hevdîtinê de her dû teref bûn hemfikir ku hilbijartinên parlementoya Kurdistanê di wexta xwe de bênkirin.