image

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro pêşwaziya şandeke bilind a Fransayê kir. Hat ragihandin ku di hevdîtina hatiye kirin de li ser pêwendiyên siyasî û leşkerî guftûgo hatine kirin.

Li gorî hat ragihandin, Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Serokê Komîsyona Peywendiyên Derve û Berevaniyê û Hêzên Çekdaran a li Senatoya Fransayê Christian Cambon û şanda ligel kiriye.

Hat zanîn ku di hevdîtina hatiye kirin de pêwendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê yên ligel Fransayê hatine nirxandin û li ser çawaniya bipêşxistina hevkariyên hevbeş ên di navbera aliyan de hatine guftûgokirin.

Her wiha hat diyarkirin ku pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de metirsiyên rêxistina terorî ya IŞÎDê ya li Iraq û Sûriyeyê û rewşa siyasî û dijwariyên li hember Iraqê hatine nirxandin.

Hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê, ji bo piştevaniya siyasî, leşkerî û mirovî spasiya Fransayê kiriye û li ser rola Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û hewilên wî yên ji bo aştî û aramiya Iraq û navçeyê rawestiyaye.

Her wiha Serokê Herêma Kurdistanê xwestiye ku ji bo çareserkirina kêşeyên navxweyî, dostên Iraqê alîkariya Herêma Kurdistan û Iraqê bikin û tekez kiriye ku bêyî çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê, aramiya siyasî ya li Iraqê çênabe.

Li gorî agahiyên hatin parvekirin, Cambon jî tekez kiriye ku dê berdewamiya piştgiriya Fransayê ya ji bo Herêma Kurdistanê hebe û silavên Serokomar Macron û silavên Serokê Senatoya Fransayê gihandiye Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.

Hat zanîn ku şandeyê tekezî li ser berfirehkirina peywendiyên Fransayê yên ligel Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê aborî û berhemanînê de kiriye û berheviya Fransayê ya ji bo alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina kêşeyên xwe û vegerandina aramiyê nîşan daye.