image

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi heyetekî ji Kurdistanê re çû Îmaratan û sersaxiyê da Al Nahyan. Serokê dewleta Îmaratan Şêx Xelîfe bin Zayid Al Nahyan koça dawiyê kiribû û di şûna wî de welîahd prens Şêx Muhammed bin Zayid Al Nahyan bû serokê dewletê. Nêçîrvan Barzanî li aliyekî ji bo merasima cenazê û li aliyê dinê ji bo serokê nû pîroz bike, bi heyetekî di asta bilind de niha li Îmarata ye.

Di heyeta Herêma Kurdistanê de, cîgirê serokê herêma Kurdistanê Mustafa Seyîd Qadir, cigirê serokwezîrê herêma Kurdistanê Qubad Talabanî û serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî hene. Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê da Muhammed bin Zayid Al Nahyan û Nahyan jî sipasiya Nêçîrvan Barzanî kir û behsa dostaniya Herêma Kurdistanê û Îmaratan kir û ji ber seredana heyeta Kurdistanê sipasiya Nêçîrvan Barzanî kir.

Li ser wefata Şêx Xelîfe bin Zayid Al Nahyanê ku di 74 saliya xwe de wefat kiribû, li seranserê welat 40 roj şîn û di dezge û saziyên fermî û sektora tahybet de 3 roj tatil hatibû ragihandin.