image

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Mark Bryson-Richardson re civiya.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir, di civînê de pêşhatên dawî yên rewşa Iraqê û zehmetiyên li pêş proseya siyasî, pirsgirêkên Hewlêr – Bexdayê, hilbijartinên bê yên Herêma Kurdistanê, proseya çaksazî li Wezareta Pêşmerge, yekxistina hêzên Pêşmerge û pêşvebirina pêwendiyên Brîtanya ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha di civînê de amaje bi wê hate kirin ku her du alî hevnêrîn in li ser girîngiya gihîştina hêzê û aliyên Iraqê bi hevtêgihîştinê ji bo derbaskirina astengiyên li pêş proseya siyasî û pêwîstiya parastina aramiya rewşa ewlehî û siyasî li welat. Herwiha tekezî li pêwîstiya baştirkirina xizmetguzariyan li welat hate kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê di derbarê pirsgirêkên Hewlêr – Bexdayê de da zanîn, çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal, kilîta aramiya û çareseriya pirsgirêkên Iraqê ye, alozkirina pirsgirêkan jî nakeve berjewendiya ti aliyekî de û ti kes tê de serkeftî nabe.

Di civînê de girîngiya yekrêziya aliyên siyasî yên Kurdistanî li Bexdayê, hevkarî û hevahengiya di warê rûbirûbûna tawan û madeyên hişbir dem pirsa koç û koçberan û pêşhatên herêmê bi giştî, mijarên din ên civînê bûn.