image

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya seredana xwe ya fermî ya bo Îngîltere de îro Akademiya Leşkerî ya Îngîltere ya Kraliyetê ya bi navê Sandhurst ê ziyaret kir. Sandhurst li Îngîltere akademiya leşkerî ya herî mezine. Barzanî xelatê da 2 pêşmergeyên jin ku di akademiyê de perwerdê dibînin.

Rêvebirên akademiyê di derbarê akademiyê de agahiyan dan Barzanî ku ji xebatên akademiyê Herêma Kurdistanê û Iraq jî fêde dibînin.

Di akademiyê de ji gelek welatan kes perwerdê digre û Barzanî behsa girîngiya fêdedîtina Herêma Kurdistanê ji akademiyê kir. Barzanî bi sedema Îngîltere ji bo fêêdedîtina Herêma Kurdistanê ji akademiyê, sipasiya hukumeta Îngîltere kir. Di akademiyê de 2 Pêşmergeyên jin perwerda xwe dikin û Barzanî seredana wan kir xelatan da her dû Pêşmergeyan.