image

PeyamaKurd – Piştî ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Qeterê destê Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî girt û ji bo asayîkirina têkiliyên dualî gavên nû dihatin çaverêkirin, ji aliyê Misirê jî daxuyaniyek li dijî êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava û Herêma Kurdistanê hat.

Piştî Amerîka û Rûsyayê, Misir jî li dijî operasyona Tirkiyeyê ya li ser Rojava û Herêma Kurdistanê derket.

Divê Tirkiye demildest operasyonên xwe rawestîne

Wezareta Karên Derve ya Misirê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, divê Tirkiye demildest operasyonên xwe yên li herêmê rawestîne.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, operasyonên Tirkiyeyê li dijî serweriya Sûriye û Iraqê ne û wiha hat gotin: "Em êrîşên ku Tirkiye û Îranê di van rojên dawî de li dijî welatên Ereb ên bira Iraq û Sûriyeyê pêk anîn, bi fikariyeke mezin dişopînin. Ev êrîş binpêkirina serweriya her du welatan e.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Berdevkê Wezareta Derve ya Misrê Ehmed Ebû Zeîd ve hat îmzekirin wiha hat gotin: "Misir banga kêmkirina rageşiyê dike da ku rê li ber rijandina xwînê û bêîstiqrariyê bigire."

Têkiliyên Tirkiye û Misirê di sala 2013an de bi derbeya ku li Misirê hikumeta Birayên Misilman hat rûxandin qut bû û Erdogan wê demê piştgiriyeke mezin dabû Birayên Misliman.