image

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 18ê Çileyê 2022yan pêşwazî li Cîgirê Fermandarê Giştî ya Hezên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Karl Harris kir.

Di civîna ku rewşa giştî ya Iraqê û rûbirûbûna gefên terorê hat guftûgokirin de, Cîgirê Fermandarê Giştî ya Hezên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê piştevaniya hêzên Hevpeymanan ji hêzên Pêşmerge re di rûbirûbûna teroristên DAIŞê dubare kir û bibîr xist, DAIŞ hîn gefeke rasteqîne ye li ser ewlehî û aramiya Iraq û Sûriyê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li girîngiya bihêzkirin û berdewamiya mekanîzmên hevahengiyê yên di navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge de kir, bi taybet li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêmê ji bo bidawîkirina gefên teroristên DAIŞê bi riya çalakkirina navendên hevahengiya ewlehiyê yên hevbeş û nehîştina valahiya ewlehiyê li wê navçeyê.

Di beşeke din da civînekê de, guftûgo derbarê dawî pêşveçûnên proseya çaksaziyê û hewlên yekxistina yekîneyên Pêşmerge di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de hatin kirin.