image

PeyamaKurd – Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo çareseriya koçberên ku li ser sînorê Belarûs û polonyayê asê mane, bang kir ku herkes bi hevre bixebite da mijar çareser bibe. Barzanî ji bo rojnameyên Almanya yên Frankfurter Allgemeine Zeitung (FAZ) û Die Welt ê axifî û weha got:

“Kesên xwestin herin Awrûpayê ne ew kesên ku dahata wan kêm bûn. Hinek ji wan rewşa aboriya wan başe û dewlemend bûn. Vîsa temaman heye û ji balafirgehê nîzamî geşta xwe kirin. Çûne Tirkiyê û Îmaratan û raste rast ji herêma Kurdistanê neçûne.

Barzanî got ku hinek rêvebirên Awrûpayê ji bo ber li koçberan bigrin da sînorê Belarûsê derbasî aliyê wan nekin, hinek tedbîran sitendine û hêvî dike ku ji bo demên kurt û dirêj li ser sedemên pirsgirêkên bingehîn rawestin û bixebitin. Barzanî ragihand ku temamê qaçaxçiyên koçberan xapandine, ji bo Awrûpayê tehdîtin û weha dewam kir:

“Pêdiviya me bi destekê heye ku em bi wan kesên ku mirovên me di rêyên nerewa de, piştî rêwîtiya talûke  dibin Awrûpayê, ji bo bi wan şebekeyan re têbikoşin destekê bidin wan. Ev,ne tenê ji bo ewlehiya herêma Kurdistanê lê ji bo temamê welatên Awrûpayê tehdîdin.”

Mesrûr Barzanî xwest ku Almanya û bi giştî temamê Awrûpayê ji bo mijara koçberan çareser bike xebata zêde bikin û alîkariya xwe ji bo Iraqê zêdetir bikin. Iraq welatekî dewlemende û pêwdiviya wê bi alîkariya maddî û serwetê tineye lê ji bo têkoşîna li hemberê gendeliyê pêdiviya wê bi desteka reforman heye. Barzanî ragihand ku dema Amerîka ji Iraqê vekişe, rewşa ku derê ortê, wê Iraqê bixe pêvajoya xerakirinê û weha dewam kir:

“Bila welatên Awrûpa bizanibin dema ku Amerîka ji Iraqê vekişe, wê Iraqê ji Iraqiyan re nehêle. Wê Iraqê ji bo wan hêzan bihêle ku ti qiymet û berjewendiyên me yên hevpar bi hevre tineye.”