image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxuyaniyek da rojnamevanan û diyar kir, ew bi Hikûmeta Federal re kar li ser dagirtina wê valahiya ewlehiyê ya heye dikin û kar temam bûne, lê belê heta niha Wezareta Darayî ya Federalî fînansa wê projeyê terxan nekiriye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro di serdana Pêşangeha Teknolojî ya HITEX li Hewlêrê de ji rojnamevanan re da zanîn: “Dilxweş im ku îro serdana vê pêşangehê dikim. Dîtina vê pêşangehê û van ciwanan, cihê dilxweşiyê û hêviyeke mezin a gelê me ye. Em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê, piştevaniyê li wan dikin û gelek bernameyên me ji bo hevkariya zêdetir li ciwanan û peydakirina derfetên kar ji wan re heye.”

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî di derbarê êrîşên li ser kêlgehên petrolê de axivî û got: “Me bi Serokwezîrê Iraqê û aliyên pêwendîdar re guftûg kirine ku ji aliyekî kesên deryasayî ve ev êrîş tên kirin û Hikûmeta Iraqê jî li wê yekê mikur hatiye ku yên van karan dikin naskirî ne. Em hewl didin bi hev re hevkar bin ji bo dawî li van êrîşan bê.”

Di berdewamiyê de jî eşkere kir: “Em bi Hikûmeta Iraqê re li ser xetê ne, ji bo ew valahiya ewlehiyê ya heye, bê dagirtin. Ew lîwayên hevbeş yên biryara pêkanîna wan hatiye dayîn, karên pêkanîna wan temam bûye, lê belê karê ku ser milê Hikûmeta Federalî ye, cibicî nekiriye û Wezareta Darayî fînansa wê projeyê nekiriye.”

Herî dawî Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê ku dagirtina wan valahiyên ewlehiyê, gelekî hevkar dibe ji bo aliyên deryasayî û teroristî nikaribin carke din êrîşî ser Herêma Kurdistanê bikin.