image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema hatina cejna Kurdên Kakeî ya bi navê Qewiltasê peyamekî pîrozbahiyê belav kir. Barzanî di peyama xwe de weha got:

“Bi sedema hatina cejna Qewltasê ez cejnê li temamê birayên xwe yên Kakeî, li Yaresaniyên Kurdistanê û temamê dinyayê bi dilgermî pîroz dikim.

Ji Xwedayê mezin dixwazim ku rojî û di’ayên we qebûl bike, rojên cejnê di nav hûzûr û xweşiyê de derbas bikin. Cejna we pîroz be.”

Cejna Qewltasê bi navê “şevên sê yaran” jî tê binavkirin. Kurdên Kakeî her sal cejnê pîroz dikin. Kakeî Yaresan û Ehl-î Heq in. Li Rojhilatê Kurdistan û başûrê Kurdistan dijîn.